Di dewriya hevbes de helîkopterên Tirkiyê derbasî Rojava nebûn

Di dewriya hevbes de helîkopterên Tirkiyê derbasî Rojava nebûn

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina herêma ewle û mekanîzmeya hevbeş a ewlekariyê de, hêzên Amerîka û Tirkiyê pêncemîn dewriyeya leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê gerandin.

Hat dîtin ku dema helîkopterên Amerîkî li aliyê Rojavayê Kurdistanê dewriye dikirin, yên Tirkiyê jî li ser sînorê Tirkiyê karê dewriyeya hevbey pêk anîn.

Îro li devera ku avakirina herêma ewle tê plankirin, dewriyeya 5an a hêzên Amerîkî û Tirkiyê bi du helîkopterên Tirkiye û 2 helîkopterên Amerîkayê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve hat gerandin.

Hat zanîn ku dema du helîkopterên Amerîkî li esmanên Rojava digeriyan, du helîkopterên Tirkiyê jî ji aliyê Tirkiyê ve li herêma hatiye plankirin karê dewriyeya hevbeş pêk anîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin