UNICEF: Ji bo Zarokên Sûrîyê sala herî 2018 dijwar bû

UNICEF: Ji bo Zarokên Sûrîyê sala herî 2018 dijwar bû

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku sala 2018an ji bo zarokên li Sûrîyê bûye sala herî dijwar.

Sazîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kir ku li Sûrîyê di pevçûnên par da 1106 zarok hatine kuştin. Li gor amarên NYyê ew di heşt salên dawî yên şerê navxweyî yê Sûrîyê da rêjeya herî zêde ye.

Birêveberê Giştî ya UNICEF’ê Henriatta Fore da zanîn ku ew di raporên xwe de tenê kuştinên teqezkirî dinivîsin û da zanîn ku dibe ku hejmara rast hîn zêdetir be. Rapora UNICEF’ê dide zanîn ku zarok pirtir jiber teqînkarên nepeqîyayî têne kuştin ku hejmara zarokên bi wan hatine kuştin 434 e.

NY dîyar dike ku di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, ku di sala 2011an de destpê kir, 500.000 kes hatine kuştin, 5.6 milyon kes koçber bûn û 6.6 milyon kesên din jî di naa welêt dA cihên xwe guherandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin