PeyamaKurd – Hejmara pêketiyên Korona li Rojavayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Di 24 saetên borî, 18 kesên din bi vîrûsa Korona ketin.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa îro di daxuyaniyekê de ragihand, 18 kesên din li herêmên Rêveberiya Xweser bi vîrûsa Koronayê ketine.
Hat diyarkirin haletên hatine tomarkirin wiha ne: 2 kes li Hesekê. 9 li Qamişlo. Keseke li Rimêlanê. 2 kes li Dêrazorê. 3 kes li Kobaniyê. kesek li Reqayê.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 5 pêketiyên Koronayê baş bûne, bi giştî heta niha 10 kes baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 119 kesan, ji wan jî 5 kesan can dane.
Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, qedexeya çûnûhatinê ya giştgîr ji roja 6ê vê mehê ve ji bo 14 rojan li herêma Cizîrê hatiye ragihandin, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, pabendbûna welatiyan bi biryarên qedexeyê û rênimayên xweparêstinê ne di asta daxwazan de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin