Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fînlandayê re civiya

Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fînlandayê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê piştî gihîştina wî ya Hewlêrê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto kir.

Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto îro danê êvarê tevî şandeke bilind a Fînlandayê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêra Paytxta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehemd ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesûr Barzanî piştî hatina wî ya Hewlêrê bi Wezîrê Fînlandayê re civiya.

Pekka Olavi Haavisto ji sala 2019an ve Wezîrê Derve yê Finlandayê ye û ser bi Partiya Kesk ve ye ku mezintirîn partiya siyasî li wî welatî ye.

Hêjayî gotinê ye, Fînlandayê piştî maweyeke dirêj ji nû ve nûnertiyên xwe yên dîplomatîk li Iraqê û Herêma Kurdistanê çalak dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin