PeyamaKurd – Romana nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon a bi navê “Keçên Kobanî” ku behsa qehremaniya şervanên jin ên Kurd li dijî DAIŞê dike li Amerîkayê hat çapkirin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku wê ev romana 288 rûpelan pêk tê ji aliyê Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton ve bibe rêzefîlm.
Nivîskara romana Keçên Kobanî li ser çêkirina fîlmê Romana wê got, dê li Amerîka û cîhanê bi milyonan kes temaşe bikin û şerê keçên Kobanî li dijî terorîstên DAIŞê bibînin.
Gayle Tzemach Lemmon behsa Wezîra Derve ya Amerîka ya berê Hillary Clinton kir û diyar kir, dê romanê bike fîlmeke cîhanî û li seranserê dinyayê belav bibe.
Lemmon daye zanîn ku, mayîna wê di nava şervanên keç ên Kobanî de bandoreke mezin li ser wê çêkiriye, wê tecrubeya mayîna xwe di nava wan şervanan de wek roman hûnandiye.

Lemmon dibêje, tiştê ku bêhtir hîşt ew romana keçên Kobanî binivisîne, şehîdbûna şervaneke Kurd bû, wê şervana şehîd berê alîkariya wan kiribû, di romalkirina şerê li dijî DAIŞê de û got, her keçeke ku wê romanê bixwîne û li fîlmê temaşe bike, dê xwe tê de bibîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin