PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê, ewlekariya rêwiyan weka hêcet nîşan da û bi Venezuelayê re hemû seferên kargoyan yên bazirganî da rawestandin. Li gor ragihandina wezareta ewlekariya hundir beyan weha ye:
“Wekîlê wezîrê ewlekariya hundir Kevin McAleenan, ragihandiye ku halê Venezuelayê yê niha ewlekariya temamên rêwî û wezîfedarên balafiran tehdîd dike. Bi wê sedemê biryar hat dayîn ku seferên di navbera Amerîka û Venezuelayê de bi temamî bên rawestandin. Ev biryar bi sedema nearamî û gengeşeya nava welate. Heya şertên Venezuelayê baş bibin, dê ev biryar neguhire.”
Birayar han ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de hatiye tesdîqkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin