PeyamaKurd - Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê radighîne, ku rewşa Kerkûkê gelek xerab e û grûbên teroristî bi hêsanî li wê navçeyê çûnûhatinê dikin. Herweha amaje dike, ku Hêzên Iraqî li wî bajarî bicîh bûn e, nekarine ewlekarîya bajêr biparêz in.
Di beyanameya Malbenda Kerkûkê ya Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, ku arasteyî her sê serokatiyên Iraqê, Hikumeta herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî re hatiye kirin, dide zanîn: Ev demek e tevgera teroristên DAIŞê, kuştin û revandina hemwelatiyan bi eşkere û nehênî li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya herêma Kurdistanê zêde bûn e. Ew hemû aliyekî agahdar dikin ku, parastina canê welatiyan erkê hikûmeta navendî û wan hêzên çekdar e ku, niha berpirsiyariya ewlekariya wî bajarî di destê wan de ye.
Di beyanameyê de herweha hatiye, rewşa niha û zêdebûna tevgera grûbên teroristî li Xûrmatû, Daqûq û Kerkukê, ku jiyana xelkê navçeyê ketiye di metirsiyê de, wê yekê nîşanî me dide ku, Hêzên Ewlekariyê û Artêşa Iraqê nikare asayişa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî biparêze. Ew daxwazê ji hikumeta Bexdayê dikin ku, tevayiya karînên xwe ji bo parastina jiyana welatiyan bikarbîn e. Herweha ji Hikumeta herêma Kurdistanê daxwaz dike ku, rê li dirustbûna karesatek mirovî li wan navçeyan bigre.
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê daxwaz ji Bexda û Hewlêrê dike, bi alîkarîya Neteweyên Yekgirtî, li ser dirustkirina Hêzek Hevbeş ji Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Dezgehên Ewlekariyê, ji bo tevayiya wan navçeyan lihev werin, û dibêje, ger çareseriya vê rewşê neyê kirin, dê rêyên din bigrin ber.
Piştî bûyerên 16 Cotmehê, rewşa ewlekarîya Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanê xerab bû ye û Heşda Şebî nikare ewlekarîya wan navçeyan biparêze û rojane jî, kiryarên kuştin û revandinê zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin