Paytext Bexda jî kete bin bandora çalakiyan!

Paytext Bexda jî kete bin bandora çalakiyan!

PeyamaKurd- Li Başûrê Iraqê, ji ber ku xizmet tune ye û zêde ceyran tê qutkirin, gelê herêmê ji bo protestoyan derketibûn sikakan. Êdî niha jî protesto û çalakî gihane heta Bexdayê. Li Şuleyê ku şi’î lê zêdetir dijîn, welatî derketin sikakan û hikûmet protesto kirin. Çalakvanan xwestin ku hikûmet îstîfa bike.

Hêzên ewlehiya Iraqê jî ji bo ku çalakiyan bi dawî bikin, derketin qadan û dest bi tedbîran kirin. Hêzên ewlehiyê li dora avahiyên hikûmetê rê girtin.

Konseya Ewlehiya Netewî ya Iraqê di bin serokatiya Haydar el Îbadî de bi lez civîn pêk anî. Li gorî agahiyan, niha li Bexdayê pêwendiya înternetê hatiye qutkirin.

Hikûmet ditirse ku çalakî li herêmên dî jî belav bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin