Temellî: Siyaseta nayê guhertin îskence û zilma ser gelê Kurd e

Temellî: Siyaseta nayê guhertin îskence û zilma ser gelê Kurd e

PyemaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî di koma HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê de bal kişand ser bûyera tehdeya li gundê Xelfetiyê li kesên hatine binçavkirin hatiye kirin û got: "Li Tirkiye siyaseta ku nayê guhertin îşkence û zilma li dijî gelê Kurd e."

Temellî li ser bûyera Xelfetiyê wiha axivî: “Îşkence dîsa bipêş ket. Li Rihayê dîsa salên 1990an xwe dubare dike. Mirovên destê wan li pişt wan hatine kelepçekirin li ser medya civakî hatin belavkirin. Dîsa  mirovên diçin kar maşîna wan a kar rastî gulebarê tên. Li vî welatî zilm xelas nabin. Li Tirkiye ku siyaseta nayê guhertin zilm û îşkenceya li dijî Kurdan e. Ji bo ev zilm û îşkence neyê dîtin niha dengê heqîqetê qut dikin. Dengê çapemeniya azad qut dikin." 

Hevserokê HDPê derbarê hilbijartinên dubare yên Stenbolê ku 23yê Hezîranê encam didin jî bal kişand ser tîfaqa Demokrasiyê û  got ku ew dê ji bo careke din deshilatdariya AKPê bin bikeve mal bi mal bigerin û bixebitin.

Temellî diyar kir, "Êdî dem dema îtîfaqa demokratîk e. Dem dema aştî, demokrasî, edalet û hiqûqê ye."

Temellî li ser polîtîkaya Tirkiyê ya bo Sûriyê û Rojava jî wiha axivî:

"Gelê Sûriye wê teqez pêşerojek aştiyane û ewle ava bike. Lê Tirkiye bi van polîtîkayan nikare gavan bavêje. Niha dema em li polîtîkayên Tirkiye û welatê cîranê wê dinerin, em dibînin ku Tirkiye bi hemû cîranê xwe re di nava rageşiyê de ye. Sedema van tevan hikûmet e. Em carek din dixwazin ku dawî li van polîtikayên rageşî, tundî û şer bînin.  Em îtîfaqa Demokratik ava dikin. Ji bo aştiya civakî û siyaseta demokratîk pêdivî ji îtîfaqa Demokratik heye. Ji bo Îtîfaqa Demokratîk emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin