Di nexwesîna Parkînsonê de hêviyeka nû

Di nexwesîna Parkînsonê de hêviyeka nû

PeyamaKurd- Alimên Japonî ragihandin ku dê hucreyên kok (esasî) yên bernamekirî di tedawiya nexweşîna parkînsonê de bikarbînin. Di meha pêşiya me de, dê xebatên wan yên klînîk destpêbikin û bi vê rêyê wê nexweşînê tedawî bikin.

Li Japonyayê grûbeka lêkolîner ragihandin ku sîstemekî bipêşxistine ku dikarin bi wê sîstemê hêvî bidin bi mîlyonan nexweşên parkînsonê. Kêmasiya dopamîn ya di mêjî de, dibe sedema vê nexweşînê û tedawiya bi hucreyên kokê, dikare tedawiya nexweşînê bike.

Zanyarên tibbê dibêjin ku wê hucreyên kok yên programkirî neqlî mêjî bikin û bi neqlê, wê karibin hilberîna norotransmitter bînin asta normal. Berê li ser meymûnan neqla hucreyên pluripotent yên kok (İPS) ceribandine û biserketine.

Pluripotent bi giştî ji çerm tên sitendin û car din tên programkirin û wan dikin hucreyên kok yên embrîyonîk. Yek ji berpirsên lêkolînan Profesor Jun Takahashi di konferansê de got:

“Wê ev xebata bo tedawiya parkînsonê, di dinyayê de dê bibe xebata klînîk ya yekemîn ya ku tê de hucreyên İPS yê bikartînin.”

Di dinyayê de 10 mîlyon nexweşên parkinsonê hene. Bi sedema ku di mêjî de dopamin kême, di bedenê de bi taybetî di serî û destan de lerzeka bê kontrol çêdibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin