PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 34 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 34 kesên tûşî vîrusa Koronayê bûne. Ji wan kesan, 8 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Koçer, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Kobaniyê, 6 kes li Reqayê û 6 kes li herêma Şehbayê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihişt 738 kesan, ji wan jî 42 kesan can dane.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, bi başbûna 17 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 229 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin