Sêniyên kampê ji sanda Rûsî daxwaza vegera Efrînê kirin

Sêniyên kampê ji sanda Rûsî daxwaza vegera Efrînê kirin

PeyamaKurd - Şandeke Rûsî ku ji çend berpirsên navenda Himeymim pêk dihat, serdana kampa penaberên Efrînî li Şehba kir û bi rêvebiriya kampên penaberan re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîka beşa Kurdî, Rêvebirê Kampa Serdem, Idrîs Waqas da xuyakirin ku wan ji şandê daxwaza vegera Efrînê kiriye û got:

“Me ji wan re got ku çawa rola Rûsya di dagîrkirina Efrînê de hebû, divê Moskow wê dagirkirinê bi dawî bike. Em bawer dikin ku Rûsya bi rêya serdana kampên penaberên Efrînê dixwaze hin nameyan bighîne Tirkîyê da ku fişaran li ser wê bike.”

Waqas îdia kir, “Rûsya dîmen û axaftina gelê Efrînê yên ser tawanên li Efrînê çêbûne, wek belge bi kar tîne da ku şikandinê ji Tirkîyê bistîne û ew yek di destpêka êrîşa rejîmê ya bi ser Îdlibê de çêbûye.”

Berpirsê kampê got ku ji dema gelê Efrînê hatiye koçber kirin heta niha, Rûsya ti alîkarî ji wan re pêşkêş nekiriye û wiha pê de çû:

“Tevî ku şandên Rûsan bi dorveger serdana kampan dikin, alîkarîya wan ji me re çenebûye. Berî çend rojan wan hin tiştên ku dema wan borîbûn li gelê Şehba belav kirin, lê Efrînîyên derbider ew alîkarî red kirin.”

Waqas bal kişand ser ku gelê Efrînê ji Rûsya bi hêrs e û got, “Em bi rengekî dîplomatîk ligel Rûsya didin û distînin çimkî ew welatekî xwedî bandor e. Me eşkere ji wan re got ku bazirganîya wan ya bi Tirkîyê re, li ser hesabê gelê Sûrî ye û ew tiştekî ne baş e”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin