Îsraîl ragihand, ger li şerîda Xazzeyê, di serî de jî rêxistina Hamasê qewimandinan bikin û derxin asta bilind, wê Îsraîl karibe êrîş bike ser mezinên Fîlîstîniyan.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got: “Ew jin û zarokan dişînin ser sînor û ew xwe vedişêrin. Em îzin nadin ku mezinên Hamasê li Xezzayê xwe veşêrin.”
Adraee; wêneyên serokê buroya siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye û yê berpirsê Xazzeyê Yehya Es Sinwar belav kir û weha got: “Eger îcab bike, li ser dîwarê sînor an di kûrahiya Xazzeyê de, em ê bersivê bidin wan kesên ku li pişt xwepêşanadanan e.”
Li aliyê dinê wezîrê avakirin û Îskanê yê Îsraîlê Yoav Galant got; ger bûyer li ser sînorê Xazzeyê zêdetir bibin, di nava alternatîfên wan de kuştina mezinên Hamasê jî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin