Ji ragihandina PDKê bo Zozan Çewlik: PKKê cihê xebata xwe ya Bakur bicih histiye û hatiye ser difrose Basûr

Ji ragihandina PDKê bo Zozan Çewlik: PKKê cihê xebata xwe ya Bakur bicih histiye û hatiye ser difrose Basûr

PeyamaKurd - Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), bi daxuyaniyekê bersiva Endama Komîteya Rêveberiya PKKê Zozan Çewlîk û Hêzên Parastina Gel (HPG) da.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina PDKê îro 10 Mijdarê bi daxuyaniyekê bersiva Endama Komiteya Rêveberiya PKKê Zozan Çewlîk da û got, divê PKK bizanibe xelkê têkoşer û dilsoz ê Kurdistanê bi naverok û rastiya PKKê hesiyane û dizanin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin, PKK cihê xebata wê meydanên Bakurê Kurdistanê ne û meydanên Bakurê Kurdistanê bi cî hiştiye û hatiye Başûrê Kurdistanê û şer difiroşe Herêma Kurdistanê.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina PDKê da zanîn, PKKê heta niha pirsa kurdî ji xwe re nekiriye derd û li her cihekî rastiya pirsa kurdî zelal dibe PKK dijberiya çareseriya pirsa dike û li ser gotinên Zozan Çewlik wiha dibêje:

“Komîteya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 42yemîn salvegera damezrandinê de û herwiha Zozan Çewlik li Navenda Parastina Gel, dûr ji mentiq û rastbîniyê, behsa pirsgirêka bi Herêma Kurdistanê ve peywendîdar, rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikin, bi taybetî di şîrovekirina bûyeran de û herwiha îftîzaz û şerfiroşiyên PKKê bi Herêma Kurdistanê, weke her dem ketiye nav xeletiya dîrokî û siyasî û heta xeletiya rewşenbîriyê jî.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “PKK divê vê rastiyê bizane ku xelkê têkoşer û dilsoz ê Kurdistanê ji mahiyet û heqîqeta PKKê têgihiştine û dizanin, ji bo çi û bi çi meramek, ew merama ku xizmeta nahezên gel dike, PKKê qada rasteqîn a xebatê ya li bakurê Kurdistanê bi cih hiştiye û hatiye başûrê Kurdistanê û pevçûn û şer bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên fermî difiroşe.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje: “Rastiyeke dîrokî heye, ku divê em behs bikin, rastî jî ew e ku PKK ji destpêka damezrandinê ve heta niha nekariye weke hêzeke netewî, xebata siyasî û azadîxwaz bidomîne û li qada xwe ya rasteqîn, nexşeya wê hebe, nexşeyek ku li ser civaka demokrasî û modern a jiyana siyasî ya hevdem hatibe nexşandin, da ku bala dinyaya nû bikşîne ser xwe û dost û piştevan ji bo doza rewa ya gel bicivîne. Lê PKK ne tenê nexwest wê rol û nexşeyê bibîne, berevajî wê, roleke negatîv a wisa lîst ku qalkirineke demdirêj divê û em ê li vir tenê amaje bi wê rola negatîv bikin, ku ji şerfiroşiya bi xelkê Kurdistanê û dijayetîkirina parlemento û hikûmeta bi demokrasî hatiye hilbijartin a Herêma Kurdistanê pêk tê.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “PKK heta niha ti caran armanca wê pirsa Kurd nebûye, eger li cihekî pirsa Kurd xistibe nav risteyê, ji bo sergermkriin û ciwankirina paragrafên siyasî û medyayî bûye.”

Rêvebera PKKê Zozan Çewlik di hevpeyvîneke medya PKKê de, gefa êrîşê li nav xaka Herêma Kurdistanê xwaribû û gotibû, heger hewil bidin bikevin nav qadên wan (axa Herêma Kurdistanê) ew dê bersivê bidin.

Zozan Çewilkê herwiha ji şerfiroşiya xwe re jî Serok Barzanî û PDK wekî berpirsiyar nîşan dabû, tevî ku Serok Barzanî çend roj berê di peyama xwe de gotibû, wan şerê Kurd-Kurd heram kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin