PeyamaKurd- Tevgera Muqteda El Sadr ragihand ku hukumet li hemberê raperîna xelkê ketiye panîkê û wê xwepêşandana ku di 25 ê cotmehê de li Iraqê bêkirin destek bike. Sadr ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medyayê de kir û weha got:
“We biryarê da di 25 ê cotmehê de xwepêşandan bikin. Ev mafê we ye. Temamê siyasetmedar û rêvebirên hukumetê li hemberê raperîna xelkê ketine nava stres û panîkê. Rêvebir bo we bidin rawestandin, dibe we tayîn bikin, maaş bidin we û tiştên weha bikin. Hukumet bo senaryoya herî xerab xwe amade kiriye û bo çareseriyê civiya lê wê ti çareserî tine be.”
Sadr ragihand ku hukumet ji têkoşîna li dijî gendeliyê û kirina reforman acize. Tev siyasetmedarin û teslîmê derve bûne. Sadr dibêje eger hukumet bo xwepêşandana roja îna bê, neguhure, dikare di bin çavdêriya siyaseta navdewletî de hilbijartinan bike. Eger hilbijartin bên kirin divê ti siyasemedarekî kevin nekeve siyasetê.
Sadr bangî artêşê jî kir û got di xwepêşandanê de bila li dijî xelkê şiddetê bikarneyne. Xelk dikare li Bexda û hinek bajarên başûrê Iraqê xwepêşandanan bike û di wê çarçoveyê de bang têkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin