PeyamaKurd - Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê di rûniştina şeşemîn a dadgehkirinê de biryara dawî li ser dosyeya Ehmed Hesûn da û cezayê zindanê yê heta hetayê li wî birî.
Serokê Dadgehê Dadmend Fexiredîn El Iryan ragihand ku sûcên Hesûn ên ku bûne sedema derketina şerê navxweyî û kuştina di navbera aliyên cuda yên herêmê de hatine tesbîtkirin.
Li gorî daxuyaniya dadgehê, hat îsbatkirin ku Ehmed Hesûn piştgiriya darayî daye fermandar û endamên Lîwaya El Qidus ku ew yekîne di operasyonên leşkerî de beşdar bûbûn.
Dadgehê ev kiryarên Hesûn di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de nirxandin û cezayê muebedê li ser sepand.