PeyamaKurd – Li gorî ajansa Fermî ya Sûriyê (SANA) balafirên Îsraîlê hin taxên li derveyî navenda bajarê Şamê û baregehên leşkerî yên li Humsê kirin armanc.
Li gorî nûçeya SANAyê, di bombebaranê de bi kêmanî 4 sivîlan canê xwe ji dest daye û 21 kesên sivîl jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di bombebarana balafiran a li taxa Şahnayê ya Şamê de bebekek jî heye. Herweha hat zanîn ku di nava birîndar de zarok û jin jî hene.
Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku heya niha aliyê îsraîlî derbarê mijarê de tu daxuyanî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin