PeyamaKurd- Hevserokê HDP ê Mithat Sancar îro di meclisa Tirkiyê de axaftinekî kir û got di dema avakirina meclisa Tirkiyê de, herkes bê ku nasnameya xwe veşêre û bi nasnameya xwe dihat meclisê. Ev taybetmendiyekî meclisa yekem e. Civîna Meclisa îro li ser 23 yê nîsanê bû.
Sancar got ku di wê meclisa yekeme de, kesên ku dihatin meclisê an ku parlementerên wê demê, ji temamê millet, ol, civakê bûn û weha got:
“Helbet meclis ji van layan ve piraniyê temsil dikir lê yên nebûn jî hebûn. Belkî îro divê em muhasebeya wê, ji wê rojê heya roja me bikin. Di meclisa wê rojê de Mewlewî, Bayramî û şêxên Nexşebendî hene. Abdulhelîm Çelebî, Hecî Mistefa Efendî, Şêx Hecî Feyzî Efendî heye. Diyab Axayê Dêrsimî heye. Parlementerên Lazistanê hene. Endamên Laz û Gurcî hene. Kurd hene, parlementerên ku Çerkeziyê dane pêş hene. Ereb hene. Yanî wê wextê çi millet û ol hebin, ji wan piraniyan di meclisê de hene. Ew kes tev bi nasnameya xwe tevlî meclisê bûne. Bingeha meclisa yekem hukimraniya xelkê ye.”
Sancar behsa destûra meclisa yekem jî kir û got ku di destûrê de desthilatiya xelkê heye. Destûr piştî avakirina meclisê bi 10 mehan hat çêkirin, îdare û modeleka demokrasiyê yên biryarên xelkê dixstin bin garantiye ava dikin. Qanûn di wê wextê de bi navên xwe dertên ne ku weka torbe dertên.
Sancar got ku di wê demê de an ku di meclisa yekem ya 1921an de, du bingehên wê hebûn. Yek jê desthilata raya xelkê bû û ya dinê çareseriya doza Kurd bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin