Sanchez sûnd xwar û dest bi erka xwe kir

Sanchez sûnd xwar û dest bi erka xwe kir

Peyama Kurd / Di dîroka Îsyanyayê de cara yekem e ku serokwezîrek bêyî ku bi xaç û Incîlê sûnd bixwe, dest bi erka xwe dike. Serokwezîrê nû û sosyalîst Pedro Sanchez bi makzagonê sûnd xwar û dest bi erka xwe kir.

Serokê Partîya Sosyalîst (PSOE) ê 46 salî Pedro Sanchez, di derbarê sosret û gendelîyên hikûmeta Partîya Gel (PP) de pêşnûme û pêşniyaz dabûn parlamentoyê û ev yek jî bûbû sedema ketina hikûmeta Mariano Rajoy.

Tê hêvîkirin ku Pedro Sanchez di demek kurt de kabîneya xwe damezrîne û wek serokwezîr karê xwe bimeşîne. Di meclîsa Îspanyayê de 350 kursî hene û Partîya Sosyalîst xwedîyê 84 kursîyan e. Her çiqasî pirdengî di destê Partîya Gel de be jî, lê li gor zagonên Îspanyayê ewê nikaribe zagonên nû veto û red bike.

Pedro Sanchez bi hêvî ye ku heta hilbijartinên 2020an li ser desthilatdarîyê be û di derbarê serxwebûna Katalonyayê de xwedîyê siyasetek nerm e. Sanchez, dixwaze ku serxwebûna Katalonyayê di çarçoveya makzagona Îspanyayê de bê çareserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin