PeyamaKurd - Serokê Enstîtuya Tirkmenên Iraqê (ITC) Muhammed Seman Ağa, piştî ku wekî Parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin li Dadgeha Îstînafê ya Kerkûkê li pêşberî Serokê Dadgehê Qasim Mihemed el-Ezawî sond xwar û bi fermî dest bi karê xwe kir.
Ev bûyereke dîrokî ye; ji ber ku piştî 102 salan cara yekem e ku kesekî Tirkmen li ser kursiyê parêzgariya Kerkûkê rûdine. Herî dawî di sala 1924’an de parêzgarekî Tirkmen li vî bajarî hatibû erkdarkirin.
Piştî merasîma sondxwarinê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî Parêzgarê nû Muhammed Seman Ağa pêşwazî kir. Sûdanî ji ber serkeftina wî ya di wergirtina baweriya Encumena Parêzgehê de pîrozbahî lê kir û piştgiriya hikûmeta federal ji bo rêveberiya herêmî nîşan da.
Di hevdîtinê de giranî dan ser projeyên xizmetguzariyê, binesaziyê û dabînkirina aramiya bajêr. Sûdanî tekez kir ku başkirina xizmetên giştî ji bo her kesî giring e û divê ji bo geşepêdana Kerkûkê hemû pêkhate bi hevre bixebitin.