PeyamaKurd - Serokê Eniya Turkmenên Iraqê (ITC) û Wezîrê Dewletê Mihemed Seman Axa piştî wekî wezîrê dewletê yê Iraqê hate erkdarkirin ji bo çapemeniya Tirk axivî.
Axa, tekez kir ku wekî wezîrekî Turkmen di kabîneya nû de, ew ê ji bo berjewendiya her du welatan û gelên wan bixebite û bal kişand ser krîza li Tenga Hurmizê û aloziya herêmî ku bandoreke xirab li ser hinardekirina nefta Iraqê kiriye û herwiha tekezî li ser bilezlezkirina Projeya Rêya Geşepêdanê kir.
Seman Axa bal kişand ser rewşa siyasî ya navxweyî ya Iraqê û diyar kir ku ew di vê pêvajoya aloz de ligel aliyên Şîe, Sunî û Kurdan têkiliyên gelekî baş dimeşînin û bi bîr xist ku piştî lihevkirina li ser Rêveberiya Kerkûkê ya bi dorvegerî di navbera Turkmen, Kurd û Ereban de, temsîlkirina Turkmenan di asta bilind a hikûmetê de gaveke gelekî girîng e. Seman Axa destnîşan kir ku divê hemû pêkhateyên civakê, bi taybetî Turkmen û Xiristiyan di kabîneya Serokwezîr Elî Zeydî de cih bigirin da ku hesta hevpar a birêvebirina welat çêbibe.