PeyamaKurd - Bi armanca asayîkirina pêwendiyên herdu welatan şandeke Tirkiyê ku ji 9 kesên ji wezareta karên derve, wezareta darayî û wezareta dadê pêk tên dê serdana Amerîkayê bikin.
Hat ragihadin ku şandeke Tirkiyê bi serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Tirkiyê Sadat Onal û ji 9 kesên ji wezareta karên derve, wezareta darayî û wezareta dadê pêk tên bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên herdu welatan dê serdana Washingtonê bikin.
Piştî girtina Keşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson 9ê Berfanbara 2016an bi tohmeta sîxûrtî û endamtiya FETO û PKKê pêwendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê aloz bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin