PeyamaKurd - Şandek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) digel Wezareta derve ya Fransayê dicive.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Feysel Yûsif ji Kurdistan24 re ragihand, ENKS wek unsûrekî serbixwe di nav Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê de, dê daxwaziyên hemû aliyên Kurdî li rojavayê Kurdistanê bîne rojevê.
Feysel Yûsif herwiha ragihand ku şandek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di çend rojên bê de li ser vexwendina Wezareta Derve ya Fransayê seredana Parîsê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin