PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandên muzakereyan ên Ûkrayna û Rûsyayê ji bo gera duyem a danûstandinên agirbestê ber bi cihê hevdîtinê bi rê ketine.
Di gera yekem a civîna du roj berê li sînorê Belarûsê hatibû kirin de, ti encameke derneketibû û Rûsyayê êrîşên xwe yên ser Ûkraynayê tundtir kiribûn.
Niha jî li demeke ku hin bajarên Ûkraynayê ketine bin kontrola artêşa Rûsyayê û ber bi paytext Kîevê ve hêzeke mezin bi rê ketiye de, şandên her du aliyan dicivin.
Rûsya ji bo agirbestê; naskirina fermî ya herêmên Donets, Luhangs û Qirimê û xwe bêçekirina artêşa Ûkraynayê dixwaze.
Alîyê Ûkraynî jî ji bo lihevkirinekê dixwaze Rûsya pêşî dawî li şer bîne û ji nav erda wan derkeve.
Zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kuştin, hejmara koçberan 874 hezaran derbas kir
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin