PeyamaKurd- Berdevka Qesra Sipî ya Amerîkayê Sarah Sanders bi awayeka fermî ragihand ku di destê DEAŞê de qet erd nemaye. Sanders di dema bi serokê Amerîkayê Trump re diçû Floridayê, di balafirê de bo çapemeniyê behsa halê Sûriyê yê dawî kir.
Sanders nexşeya destê xwe bo rojnamevanan nîşan da ku wekîlê wezîrê bergiriyê yê Pentagonê di balafirê de agahiyan daye Trump ku di destê DEAŞ ê de erd hîç nemaye. Lê tê zanîn ku niha li bajarê Humusê an ku der û dora wê li dora 1500 kesên DEAŞ ê hene.
Sanders ragihand ku Pentagon di mijarê de karibe agahiyan bide wan lê heya niha ji Pentagonê ti agahî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin