Şandeya Şamê: Hewildanên yekkirina dadgehan li Qamişloyê bêencam man

Şandeya Şamê: Hewildanên yekkirina dadgehan li Qamişloyê bêencam man

PeyamaKurd - Beşa şandeya Hikûmeta Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ragihand ku hewildanên wan ên ji bo yekkirina saziyên dadweriyê li bajarê Qamişloyê bi ser neketine. Hîlalî diyar kir ku tevî li Hesekê di navbera Parêzgar Nûredîn Ehmed û rayedarên dadwerî de atmosfereke erênî çêbûye, lê li Qamişloyê rayedarên Qesra Dadê plana Wezareta Dadê ya Şamê red kirine.

Li gorî plana Şamê, divê avahiyên dadgehan radestî hikûmetê werin kirin û dadwerên Rêveberiya Xweser piştî perwerdeya li Enstîtuya Bilind a Dadweriyê, bi biryarnameyên serokkomariyê di sîstema nû de werin erkdar kirin.

Hîlalî ji Rêdawê gotîyê, nêzîkatiya wan li ser bingeha "yek qanûn, yek artêş û yek dewletê" ye û tu alternatîfeke din ji bilî yekkirina saziyan di bin sîwana dewletê de tune ye. Şandeyê aşkere kir ku tevî sozên parastina mafên karmendan û hêsankirina endamtiya parêzeran di baroyê de, lîsteya navên dadwer û karmendan ji wan re nehatiye şandin.

Ehmed Hîlalî bal kişand ser nakokiyên navxweyî yên di nav saziyên Rêveberiya Xweser de û got ku hinek kesan hewil dane pêvajoyê hêsan bikin, lê ji aliyê grûpeke din ve hatine astengkirin; ji ber vê yekê niha tu salnameyeke zelal ji bo yekkirina saziyan di destê wan de nîne.