PeyamaKurd – Şaredarê bajarê mezin yê bajarê Muğlayê Ahmet Aras ji partiya CHPê îstîfa kir. Aras îstîfa xwe, di ser e-devletê de wekî dîmenekî da çapemeniyê. Li ser îstîfayê şaredar Ahmet Aras weha got:
“Welatiyên min ên rêzdar! Min şaredariya bajarê Muğlayê di bin sîwana CHPê de bi desteka we qezenc kir. Di vê rê de, em bi hev re meşiyan, me keda xwe da, ez ê her wext wê têkoşîna ku me bi hev re daye, ez ê qedr û qiymeta wê kedê bi rêzdarî bizanibim.
Li pêşiya me gelek pirsgirêkên bajêr yên Muğlayê hene û ez dibînim demekî dirêje munaqeşeyên ku li ser şexsê min çêdibin, ji yên bajêr pêşdetir bûne. Ez bawerim ku ev munaqeşe yên li ser min ji bajêr re xizmetekî nake.”
Aras, her weha ragihand ku dê ji niha û pê de dê karê xwe wekî şaredarekî serbixwe lê ne di nav ti partiyekî de dewam bike. Ev biryar jî nayê vateya ku Aras dê rabirdûya xwe înkar bike.