Saredarê nû yê Stenbolê fermana yekem ragihand: Rawestînin…

Saredarê nû yê Stenbolê fermana yekem ragihand: Rawestînin…

PeyamaKurd – Şaredarê nû yê Stenbolê ji Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu piştî ku 17ê Nîsanê bi fermî dest bi karê xwe kir, îro yekem fermana xwe ji bo karmendên şaredariyê ragihand.

Îmamoglu bi nameyekê ferman da hemû xebatkar û karmendên şaredariyê ku heta fermaneke duyemîn hemû, xercîne, lêçûyîn û îhaleyan rawestînin. Îmamoglu herwiha ji bo 17 rojên piştî hilbijartinê û heta wergirtina mazbataya xwe ji hemû şirketên şaredariyê rapora darayî û tomarên bankeyan xwest.

Îmamoglu herwiha ji karmendên şaredariyê da xuyakirin ku şêwaza jiyana wan wî eleqedar nake, tenê daxwazê ji wan dike kedê bidin û karê xwe baş bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku li Tirkiyê xwedî rêjeyeke gelekî mezin a darayî ye, piştî 25 salan cara yekem di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de dikeve destê CHPê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin