Saziya Hilbijartinê: Wêneyên Erdogan bêqanûnî ne!

Saziya Hilbijartinê: Wêneyên Erdogan bêqanûnî ne!

PeyamaKurd- Saziya Hilbijartinê, ji ber ku bêqanûnî ne, biryar da ku wêneyên Recep Tayyip Erdogan yên li Diyarbekirê yên li ser rêya Rihayê werin rakirin.

Berî Referanduma 16 Nîsanê wêneyên Erdogan û ala Tirkiyê li gelek bajarên Kurdan li ser rêyên bajêr yên mezin bi dîrekên ceyranê ve hatibûn daleqandin. Ev wêne li hienk cihan bi emrê waliyan û li hinek chan jî bi emrê qeyyûman hatibûn daleqandin. Berî mitînga 3yê Hezîranê jî ev wêne hatin nûkirin.

Rêxistina HDPê ya bajarê Diyarbekirê got ku ev biryar ne qanûnî ye û ji bo rakirina van wêneyan serî li Saziya Hilbijartinê da.  Saziya Hilbijartinê jî li ser bûyerê lêkolîn kir û biryar da ku ev tiştekî bêqanûnî ye û got ku bila hemî wêne werin rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin