Peyamakurd – Li dijî serokomarê Belarûsya Alexander Lukashenko û 29 karbidestên din yên Belarûsya, sê welatên Baltik li benda biryara dewletên endamên Yekitiya Ewropî nesekinîn û biryara sizayên xwe ragihandin.
Lîtuaniya, Lativiya û Estonya îro Duşemê, li dijî Serokomarê Belarûsya Alexander Lukashenko û 29 karbidestên din yên Belarûsya qedexeyên seferkirinê ragihandin.
Herwiha ev hersê welatên Baltik, bang li welatên Rojava kirin da ku li hemberî Lukashenko, tedbîr û pîvanên xurtir bistînin.
Serokomarê Belarûsya Alexander Lukashenko, ji alîyê hêzên opozisyon û welatên rojavayî ve ji ber dirêjkirina desthilatdariya wî ya 26 salan bi sextekarî û hîleyan di hilbijartina seroktîya 9ê Tebaxê de, tê tawanbar kirin.
Lukashenko, hevalbendê Moskowê, sextekariya di hilbijartinê de red dike û îda dike ku xwepêşander ji derve têne piştgirîkirin.
Hêjayî bi bîr xistinêye, ev sê hefte ne li seranserê Balerûsya bi taybetî jî li paytext Mînskê, bi beşdarbûna bi deh hezaran wepêşanderan, protestoyên girseyî didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin