PeyamaKurd - Hûrgiliyên nû yên derbarê mirina ji nişka ve ya Senatorê Komarparêz Lindsey Graham, ku wekî dostekî nêzîk ê Kurdan dihat naskirin, ji aliyê ofîsa wî ve ji raya giştî re hatin ragihandin.
Li gorî daxuyaniya fermî ku li ser bingeha rapora Saziya Bijîşkiya Dadî ya Herêma Columbiayê hatiye amadekirin,
Graham ji ber qelişîna aorta dil, ango rîha serekî ya xwînê, jiyana xwe ji dest daye.
Ev rewşa ku wekî qelişîna xwînbira serekî ya dil tê pênasekirin û dibe sedema astengkirina gihandina xwînê bo beşên din ên laş, gelek caran ji ber reqbûna xwînbirên dil rû dide.
Li gorî agahiyên zanistî yên saziyên tenduristiyê yên navdar ên wekî Mayo Clinic û Navenda Bijîşkî ya Clevelandê, qelişîna aorta dil rewşeke bijîşkî ya pir lezgîn û metirsîdar e ku tê de tebeqeya navxweyî ya aortê diqelişe û derketina xwînê ya dervayî dîwarê aortê yekser dibe sedema mirinê.
Pisporê nexweşiyên dil Dr. Michael Mack diyar dike ku tenê ji sedî 50yê van nexweşan digihîjin nexweşxaneyê û ev metirsî salane di nav 100 hezar kesî de tenê di 3 an 4 kesan de tê dîtin.
Nîşanên serekî yên vê nexweşiyê wekî êşa sîng û milê çepê, dilrabûn, vereşîn, bêhnçikîn û neasayîbûna lêdana dil tên rêzkirin. Herwiha kesên bi temen, mêr, kesên ku cixare an alkolê vedixwin, nexweşên tansiyon û şekirê û kesên qelew di nav koma herî aloz de ne ku rîska vê nexweşiyê li ser wan pir zêde ye.