PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, piştî ku doh 26ê Adarê rûniştina taybet a Parlamentoya Iraqê ya bo dengdana posto serokomar hat paşxistin, peyamek belav kir û bang li parlamenterên iraqî kir beşdarî rûniştina 30yê Adarê bibin.
Muqteda Sedir herwiha spasiya aliyên ku beşdarî civîna 26ê Adarê bûne û ji gefan netirsiyane kir û got, ew dê li şûna koalîsyonan hikûmeta piranî ya niştimanî ava bikin.
Doh 26ê Adarê parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomar civiyabû û 202 parlementer beşdar bûbûn.
Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Sunneyan pêk tê û hin kesên serbixwe û baskên din di rûniştinê de amade bûbûn, lê 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî civîna boykot kiribûn.
Ji ber ku pêwîstî ji 329 parlementeran bi amadebûna 220 parlementeran hebû, civîna parlamentoyê hat paşxistin.
40 namzedên serokomariyê hene ku ji wan namzedê PDK Rêber Ehmed û yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih kesên herî li pêş in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin