PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg vekişîna Rûsyayê ji Peymana Korîdora Genim şermezar kir.
Bertekên ji bo vekişîna Rûsyayê ji Peymana Korîdora Genim dewam dikin.
Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: "Ez biryara vekişîna yekalî ya Rûsyayê ji Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş şermezar dikim, tevî hewildanên hevkarê me Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî. Şerê neqanûnî yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê li seranserê dinyayê zirarê dide bi milyonan mirovên mexdûr."
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov di derbarê peymana genim de got, "me ji bo niha ew rawestandiye."
Peskov di daxuyaniya xwe de da zanîn, "Rastî peymanên Deryaya Reş îro bi dawî bûn. Dema ku beşa Rûsyayê (peymanan) pêk hat, wê aliyê Rûsî demildest vegere peymana genim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin