DYA dixwaze bi hêzên taybet sotemeniya nukleerî ya Îranê desteser bike

DYA dixwaze bi hêzên taybet sotemeniya nukleerî ya Îranê desteser bike

PeyamaKurd - Rêveberiya Qesra Spî amadekariya operasyoneke bejayî ya bêhempa û xetere dike da ku depoyên sotemeniya nukleerî yên Îranê desteser bike an jî bi temamî wêran bike. Li gorî analîzên pisporên leşkerî, ev pêngav dê di dîroka nûjen a Amerîkayê de bibe operasyona herî dijwar.

Trump: “Ez ji operasyona bejahî natirsim”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyên xwe yên dawî de tekez kir ku Îran pir nêzîkî bidestxistina çekên atomî bûye û ev yek gefeke rasterast e li ser ewlehiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Trump li ser îhtîmala şandina leşkerên bejayî bo nav Îranê got: “Ew vebijêrk min aciz nake. Ez ji tiştekî natirsim.”

Rubio: “Tenê hêzên taybet dikarin çareser bikin”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di axaftina xwe ya li Kongreyê de destnîşan kir ku ji bo rawestandina bernameya nukleerî ya Tehranê, êrîşên asmanî têra nakin. Rubio diyar kir ku sotemeniya nukleerî ya Îranê tenê bi operasyoneke taybet a hêzên "Special Forces" (Komando) li ser erdê dikare were desteserkirin.

Li gorî raporên îstîxbaratê, Îran xwediyê nêzîkî 440 kîlogram ûranyûma %60 dewlemendkirî ye. Tê bawerkirin ku ev depo li tesîsên bin erdê yên li Îsfahan, Fordo û Natanzê hatine veşartin.

Rojnameya New York Times (NYT) di analîza xwe de hişyarî da ku ev operasyon ji kuştina Usame bin Ladin (2011) yan jî revandina Nicolas Maduro pir xeternaktir e. NYT destnîşan kir ku di dema operasyonê de metirsiya rijandina radyoaktîf heye û dibe ku artêşa Îranê "konteynerên sexte û dafik" li van tesîsan bi cih kiribin.

Li aliyê din, hewildanên dîplomatîk gihîştine xaleke girtî. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ragihand ku ew amade ne li ser rêjeya dewlemendkirinê biaxivin, lê bi tu awayî qebûl nakin ku sotemeniya nukleerî ji Îranê derkeve. Lê belê, nûnerên taybet ên Trump, Jared Kushner û Steve Witkoff, tekez dikin ku şerta wan a sereke derxistina hemû sotemeniya atomî ji axa Îranê ye.

Pisporên stratejîk bawer dikin ku eger rêyên dîplomatîk bi temamî bên birîn, Trump dê fermanê bide "operasyona sedsalê" da ku bi her awayî rê li ber atomîbûna Îranê bigire.