PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Eliot Engel, helwesta Trump a ji bo Erdogan rexne kir û li ser êrîşên bi ser Rojavayê Kurdistanê de got: "Erdogan li Sûriyê li dijî Kurdan hemleya qirkirina etnîkî daye destpêkirin."
Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya Amerîkayê Eliot Engel da xuyakirin, Erdogan hemleya qirkirina etnîkî û xwînrijandinê li dijî Kurdên Sûriyê daye destpêkirin û penaberên Ereb û Tirkmen li şûna Kurdan li bakurê Sûriyê bi cih dike.
Engel destnîşan kir, ev yek li ser herêmê gefeke mezin çêdike û ji bilî tevliheviyê wê nearamiyê bi xwe re bîne.
Engel da zanîn, kiryarên dewleta Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê li derviyê ehlaqê û adilbûnê ne û yasayên navdewletî binpê dikin.
Senatorê Amerîkî herwiha got ku ew dê li dijî van kirinên Erdogan wek temaşevan nemînin û bang li Erdogan jî kir, yekser bicihkirina koçberan li herêmên dagir kiriye rawestîne.
Engel, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji ber têkiliya wî ya bi Erdogan re rexne kir û got ku Erdogan piştgirî daye belavkirina xwînrijandin û terorê li herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin