Şerê îdiayan li Helebê: Artêş dibêje 'me girt', Rêveberiya Xweser red dike

Dîroka Weşanê :
Şerê îdiayan li Helebê: Artêş dibêje 'me girt', Rêveberiya Xweser red dike

PeyamaKurd – Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê şerekî giran ê agahî û îdiayan berdewam dike.

Çekdarên rejîma demkî ya Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan %90ê taxê xistiye bin kontrola xwe û gihîştine Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr. Lê belê, Rêveberiya Xweser û çavkaniyên HSDyê ev nûçe derewandin û diyar kirin ku berxwedan li herêmê bi hemû hêza xwe berdewam dike.

Hat ragihandin ku ji ber şerê ku 6ê Çileyê dest pê kiriye, heta niha 140 hezar sivîl koçber bûne û herî kêm 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.