PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku rayedarên Amerîkayê bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re hevdîtin kirin û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û "pêdiviya pêvajoyeke siyasî ya berfireh" nirxandin.
Balyozxaneya Amerîkî li Şamê li ser hesabê Xê diyar kir ku karbidestan mijarên wekî pêwîstiya parastina hemwelatiyên Amerîkî û diyarkirina çarenivîsa Amerîkiyên wenda û berdewamiya şerê li dijî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) anîne ziman.
Rayedaran bal kişandin ser wê yekê ku rêveberiya nû ya li Sûriyeyê divê "temamî nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê bike û pêvajoyeke siyasî ya berfireh misoger bike."
Balyozxaneyê herwiha da zanîn ku karbidest bi karsazên Sûrî yên ku nûneratîya sektorên pîşesazî, bankî û teknolojiyê dikin re civiyan.
Rayedaran ji karsazan agahdarî di derbarê derfet û kêşeyên ji bo vejandina aboriya Sûriyê piştî rûxandina rejîma Esed, ku hevwateya gendeliyê ye, wergirtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin