Serdana Macron a Hewlêr û Bexdayê hate pasxistin

Serdana Macron a Hewlêr û Bexdayê hate pasxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku serdana Serokomarê Fransa Emmanuel Macron a bo Hewlêr û Bexdayê bo dîrokeke nediyar hate paşxistin.

Şêwirmendê derve yê serokwezîrê Iraqê Farhad Alaeddîn, ji Ajansa France Presse (AFP) re ragihand, piştî betalkirina konferansa îstiqrara herêmî ya 3yemîn, serdana Macron a bo Iraqê jî bo tarîxeke nediyar hatiye paşxistin.

Şêwirmendê Sûdanî wekî sedema betalkirina konferansa Bexdayê jî bûyerên herêmî û şerê navbera Hemas û Îsraîlê nîşan da û got ku ji bo zêdekirina hewlên bo agirbestê û alîkariyên bo xelkê Filîstînê konferans hatiye betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin