Serê Esed û Mexlûf gur dibe: 12 lesker hatin girtin

Serê Esed û Mexlûf gur dibe: 12 lesker hatin girtin

PeyamaKurd – Nakokiyên navbera Serokê Sûriyê Beşar Esed û kurxalê wî yê karsazê herî mezin ê Sûriyê Ramî Mexlûf kûrtir dibe.

Piştî ku bi hinceta nedana bacê rejîma Esed dest danî ser hemjarek kompaniyên Mexlûf û gelek rêveberên wî girtin, niha jî operasyonek li ser komeleya El Bustan a bi ser Mexlûf re hat kirin.

Li gorî ragihandina Şarqûl Eswedê hêzên Esed bi ser komeleya El Bustan a beşa îstixbarata Sûriyê de girtiye û 12 leşkerên berê yên rejîmê hatine desteserkirin.

Beriya niha jî Esed, li Şam, Heleb, Hûmûs, Lazqiye û Tartûsê gelek rêveber û karmendên kompaniyên Mexlûf girtibûn ku heta niha hejmara wan gihîştiye 85 kesan.

Herwiha derketina derve jî li Mexlûf û malbata wî hatibû qedexekirin. Mexlûf li ser medya civakî li dijî gef û fişarên Esed derketibû û gotibû, ew paşde gav navêje.

Hêjayî gotinê ye, di demeke ku rejîma Sûriyê di fişareke giran a aborî de ye hewil dide dahatên welat hemûyan bixe jêr kontrola xwe daku xwe ji tengaviya aborî rizgar bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin