Sererkanê Amerîkayê: Keştiyên Îranê yek bi yek têne desteserkirin

Sererkanê Amerîkayê: Keştiyên Îranê yek bi yek têne desteserkirin

PeyamaKurd - Sererkanê Amerîkayê John Daniel Caine, îro 24ê Nîsanê, li Washingtonê ragihand ku wan rê li ber hemû keştiyên ku dixwestin derbasî Îranê bibin girtiye û dest danîne ser hejmareke zêde ya keştiyên Îranê.

Caine eşkere kir ku keştiyeke bi navê “Tosca” ku ya Îranê ye, ji aliyê keştiyeke şer a Amerîkayê ve hatiye lêdan û neh gule lê hatine reşandin. Hat ragihandin ku muretebatê keştiyê sax û silamet in û niha di bin parastina hêzên Amerîkayê de ne.

Caine tekez kir ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi awayekî tund berdewam dike û armanc ew e ku hemû çavkaniyên aborî û leşkerî yên Tehranê werin birîn.

Sererkanê Amerîkayê herwiha bal kişand ser qonaxeke nû ya dorpêçan û got ku wan desthilata "destwerdanê li seranserî cîhanê" li dijî hemû keştiyên di bin cezayan de wergirtiye.

Caine destnîşan kir ku operasyonên kontrolkirin û lêgerînê yên li deryayan bi awayekî berfireh berdewam dikin daku ti keştî nekarin dorpêçan binpê bikin.