PeyamaKurd - Sererkanê berê Tirkiyê Yaşar Buyukanit li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
25emîn Sererkanê Artêşa Tirkiyê Orgeneral Yaşar Buyukanit di 79 saliya xwe de li Stenbolê ji ber nexweşîna dil jiyana xwe ji dest da.
Yaşar Buyukanit derbarê kiryarên bombebarankirina Pirtûkfiroşê Kurd Umut Kitabevi ya li Şemzînanê Astsubay Ozcan Ildeniz û Ali Kaya û îtîrafkarê JITEMê Veysel Ateşî de gotibû “Ez wan nas dikim, zarokê çê ne.”
Hêjayî gotinê ye ku hevjîna Buyukanit jî du roj berê miribû û ew spartibûn axê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin