PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî ragihand ku artêşa Îsraîlê li hember bûyerên 7ê Cotmeha 2023an têk çû û di vê mijarê de berpirsyariya xwe qebûl kir.
Herzî Halewî diyar kir ku artêşa Îsraîlê li hemberî bûyerên 7ê Cotmeha 2023an têk çû û di vê mijarê de berpirsyariya xwe qebûl kir.
Serfermandarê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Em di 7ê Cotmehê de bi ser neketin û ji tiştên qewimîn û yên ku wê bên kirin em berpirsyariyê qebûl dikin."
Halevî da xuyakirin ku ji bo ewlekariya gelê Îsraîl wê demeke dirêj bidome û got, "Heta ku em bigihêjin armancên şer, rêyeke me ya dirêj heye."
Halevî ku îdia kir ku artêşa Îsraîlê di êrîşên xwe yên li başûrê Şerîda Xezzeyê de gelek fermandarên Hamasê kuştin an jî dîl girtin û wiha got:
"Artêş amadekariya êrîşan li herêmên din dike, em ê di asta siyasî de biryarê li ser dem û mercan bidin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin