Sergey Lavrov: “Em ji Rojhilata Navîn naçin”

Sergey Lavrov: “Em ji Rojhilata Navîn naçin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li payîtexta Rûsya Moskovayê civîna çapemeniyê li dar xist û behsa dîplomasiya Rûsyayê ya sala 2024an kir. Lavrov behsa roxandina rejîma Sûriyê kir û got:

“Em ji Rojhilata Navîn naçin. Li Sûriyê hinek bûyer qewimîn. Sedemên wan ew bû ku di nav 10 salan de pêvajoyê rawestandin. Ne ku me nedixwest tiştan biguhêrin. Ev rast nîne. Me Sûriyê teşwîq kir ku xebata komîta destûra Sûriyê bixebite.

Rêvebiriya Şamê nexwest xebatên komîtê dewam bikin û bigihên hinek peymanan. Dikaribûn li ser parvekirina desthilatê li hev bikin. Nexwestin desthilatê bi muxalefeta neterorîst re parve bikin. Pêvajoya siyasî gelek hêdî meşiya. Bi van tiştan re pirsgirêkên civakî destpêkirin û rewş xerab bû. Givaşên DYAyê yên ser Sûriyê aboriya Sûriyê têkbir.”

Lavrov behsa Rojavayê Kurdistanê kir û got ku DYA rojhilatê Sûriyê îşxal kiriye û weha dewam kir:

“Li herêmê petrol heye. Perê bidest dixin, ji bo destekê bidin ûnsûrên cudaxwaz yên li Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê serf dikin. Me daxwaz kir ku Kurdên Sûriyê bi Şamê re têkilî deynin lê ew nexwestin. Ew gotin ku wê DYA li wê derê be û dê nîv dewletekî Kurd ava bikin.

Me ji wan re got ku Tirkiye û Iraq wê nehêlin dewletekî Kurd ava bibe. Me xwest ku mafê Kurda li Sûriyê, Iraq, Îran û Tirkiyê bê axaftin û bê parastin. Li aliyekî Şam û li aliyê dinê Kurd nedixwestin muzakereyan bikin. Di vê rewşê de li Sûriyê valahiyekî çêbû û teqiya. Divê em rastiyan qebûl bikin.”

Axaftina Lavrov ji xebatên dîplomatîk yên konsulxaneya Rûsya yê Şamê heya ew dewletên ku Rûsya dixwaze Rûsya, Çîn û Îran tevlî pêvajoya rewşa niha ya Sûriyê bibin, ji formata Astanayê heya nûjenkirina NY, proja xeta TürkAkımı ku DYA dixwaze projê têkbibe û Rûsya çawa naxwaze Ermenistan bibe endamê YEyê, hemû mijaran şirove kir.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.