Serokê Amerîkayê gihîst Îsraîlê, peyamên balkês dan!

Serokê Amerîkayê gihîst Îsraîlê, peyamên balkês dan!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden çû Til Evîvê û piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê ragihand. 

Joe Biden ê ku gihîşt Til Evîvê, li balafirgehê ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, piştî pêşwaziyê bi Biden re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û ji ber piştgiriya bê şert û merc spasiya Amerîkayê kir û îdia kir ku Hamas, rêxistineke ji IŞÎDê xeternaktir e. 

Netanyahu hejmara kuştiyên êrîşa Hamasê jî nû kir û got, "Di 7ê Cotmehê de Hamasê hezar û 400 Îsraîlî kuştin, dibe ku zêdetirbe jî. Ez bang li welatên din dikim ku li pişt Îsraîlê bisekinin."

Biden jî rewş nirxand û got, "Sedemek hêsan heye ku ez îro li vir im; gelê Îsraîlê û her kesê li cîhanê dizane ku Amerîka li ku dere ye. Wezîrê Karên Derve Antony Blinken jî li vir e. Ew çend caran li vir bû. Lê min xwest ez bi xwe werim."

Biden diyar kir ku Amerîkiyan bi Îsraîlê re şînê digirin û Hamasê ku wî wekî "komeke terorîst" bi nav kir û got ku zêdetirî 1300 kes ku di nav wan de 31 welatiyên Amerîkî qetil kirin, Hamasê jî zarok jî di nav de gelek kes dîl girtin û çi hat serê wan zarokan, ew nikare xeyal jî bike.

Biden destnîşan kir ku di vê mijarê de gelek tişt hene ku divê were derbaskirin û bal kişand ser girîngiya ku ji bo parastina jiyana Filistîniyên bêguneh ên ku di vê rewşê de ne û got ku

"Îsraîl bi hemû demokrasiyên din û Amerîkayê re nirxên hevpar parve dike. Ez gelek kêfxweş im û serbilind im ku dîsa li vir im."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin