PeyamaKurd - Serokê Çînê Şî Cînpîng, di civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, bal kişand ser aştîxwaziya dewleta xwe û got, Em naxwazin bi tu awayî şer bikin û em dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêkan, tenê rêya aştiyê bi kar bînin.
Serokê Çînê do bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî civîna 75emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû û got: “Pekîn naxwaze li dijî tu welatan têkeve nav şerê sar û germ.”
Şî Cînpîng destnîşan kir: “Em dixwazin pirsgirêkên xwe li gel welatên din bi danûstandin û gotûbêjan çareser bikin û em naxwazin têkevin lîstikekê encama wê tenê sifir e.”
Di derbarê Koronayê de Serokê Çînê daxwaz kir, piştevaniya hewldanên rêxistinên tendirustiyê yên cîhanî were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin