PeyamaKurd - Serokê rêxistina Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ-El Nûsraya berê) Ebu Muhammed el-Colani, daxuyaniyeke vîdyoyî belav kir ku tê de helwest û sekna siyasî û leşkerî ya rêxistinê eşkere kir.
Serokê HTŞya ku piraniya Idlibê kontrol dike û niha bi rejîm û Rûsyayê re di nav şerekî giran de ne, Îran û Rûsya bi dagirkerî, êrîşkar û hovîtî bi nav kir û ji bo Tirkiyeya ku ketiye nav axa Sûriyê jî qet behsa dagirkeriyê nekir.
Ebu Muhammed el-Colani dibêje, şerê li Sûriye hîn dê dom bike ji ber ku encamên vî şerî dê bandora xwe ne tenê li Rojhilata Navîn, herwiha li tevayiya cîhanê bike.
Colanî, îdiayên radestkirina Idlibê bo rejîma Sûriyê û Rûsyayê red kir û got, diruşma wan ‘Yan mirin yan serkeftin’ e.
Bi vê vîdyoya serokê HTŞê ku di nav lîsta terorê ya Amerîka û welatên ewropî de ye, derdikeve holê ku Tirkiye wekî dagirker li Sûriyê nayê binavkirin û tenê bo Rûsya, Îran û rejîma Sûriye ew têgih tê gotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin