Serokê HUDA-PARê li Diyarbekirê bû namzed

Serokê HUDA-PARê li Diyarbekirê bû namzed

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu dê li Diyarbekirê wek namzedê serbixwe bikeve hilbijartinê.

Zekeriya Yapicioglu ji bo ku bikare bi awayekê serbixwe beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de bike, ji serokatiya partiya xwe, Huda-Parê îstîfa daye.

Yapiçioglu piştî îstîfaya ji partiya xwe, îro bi awayekê fermî ji bazneya Diyarbekirê navê xwe weke namzedê serbixwe tomar kir.

Zekeriya Yapicioglu li ser hesabê xwe twîterê ev agahî piştrast kir û ragihand: "Ji bo beşdarbûna di hilbijartinên 24ê hezîranê de û weke berbijêrekî serbixwe ji Diyarbekirê, me serlêdan kir. Înşalah dê bibe sedema xêrê." 

Biryar e roja 24ê Hezîrana îsal her du hilbijartinên serokkomarê û parlamentoya Tirkiyê birêve biçin.

Li Tirkiyê ji bo ku partiyek bikaribe derbasî parlamentoyê bibe û parlamenterên xwe bişîne parlamentoyê, divê astenga benda ji sedî deh a hilbijartinê bişkîne û zêdetir ji %10ê dengê dengderên beşdar di hilbijartinan de bi dest bîne. Partiyên biçûk ji ber ku nikarin wê benda ji sedî deh derbas bikin, bi awayê berbijêrên serbixwe beşdarî di hilbijartinan de dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin