Serokê Iraqî hisyarî da: Qonaxa sêyemîn a terorê dest pê dike

Serokê Iraqî hisyarî da: Qonaxa sêyemîn a terorê dest pê dike

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî ji rojanmameyeke Îmarat re ragihand ku serkiftina dijî DAIŞê ne çare ye, lewra qonaxa sêyemîn a terorê dest pê dike ku ew jî li dijî armancên aborî û civakî ye.

Eyad Elawî ji rojnameya Beyan a Îmaratî re daxuyakirin, “Qonaxa nû ya terorê ji tevlîhevbûna rêbaza DAIŞ û Qaide ye û tê pêşbînîkirin ji Iraq, Sûriye, Efrîqa û Efganistanê derkeve.”

Elawî got, “Tenê serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de ne çareserî ye. Mebesta me ji aştiyê ew e, yekbûna civakê, pêkanîna aştiya niştimanî û çaksaziyên di warê aborî, civakî û siyasî de ye û welêt digihîne dewleta welatîbûnê. Divê ked bên dayîn da ku qonaxa sêyemîn a terorê dernekeve.”

Eyad Elawî herwiha destnîşan kir, “Ev qonaxa nû ya terorê dibe li dijî armancên aborî û civakî tevgerê bike ji bo rewşeke alozî û tevliheviyê dirust bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin