Serokê Îspanyayê Sanchez destekê da partiya Özgür Özel

Serokê Îspanyayê Sanchez destekê da partiya Özgür Özel

PeyamaKurd – Li Tirkiyê partiya CHPê ya komarî perçe bû û bû du cîh. Serokê berê yê CHPê Özgür Özel piştî ji CHPê veqetiya partiyekî nûh ya bi navê Yeni Parti damezrand û ji 90 parlementeran zêdetir kes ketin nav partiya wî.

Li ser avakirina patriya nû, serokwezîrê Îspanyayê ku hem serokê enternasyonala sosyalîste Tedor Sanchez peyama destekê ji bo Özgür Özel belav kir û got:

“Bêguman ev biryara we ya wêrekî hêvî dide me û cesaretê dide herkesê ku bi me re qedr û qiymetên wan yên hevpar hene û wan dixe nav tevgerê.

Sanchez di peyama xwe de got ku enternasyonala sosyalist têkoşîna Özgür Özel ya ji bo demokrasiyê, mafên mirovan û desthilata hûqûqê ji nêz de dişopîne.

Di peyama nivîskî de Sanchez ji zîndanîkirina şaredarê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu heya girtina şaredaran, behsa temamê rûdanan kir û zahmetiyên ku Özgür Özel bi wan re rû bi rû maye kir.

Sanchez di encama peyama xwe de got û îmza kir:

“Ew kesê ku her gav bi we re, di nav hevkariyê de ye.”