PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Kemal Xerazî, serokê Konseya Têkiliyên Derve ya Stratejîk a Îranê, ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de birîndar bûbû, koça dawî kiriye.
Li gorî ajansa nûçeyan a Fars, Kemal Xerazî yê 81 salî, serokê Konseya Têkiliyên Derve ya Stratejîk a Îranê, koça dawî kir.
Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê yên 1ê Nîsanê de, mala Xerazî li Tehranê bû hedef, ew bi giranî birîndar bû û jina wî jî mir.
Kemal Xerazî di 10ê Kanûna Pêşîn a 1944an de ji dayik bûye. Wî di sala 1968an de bawernameya lîsansê di zimanê Erebî de, di sala 1972an de bawernameya masterê di zanistên perwerdehiyê de ji Zanîngeha Tehranê û di Zanîngeha Houstonê de doktoraya di rêveberiya perwerdehiyê de wergirtiye.
Xrarazî, ku di heman demê de wekî rêveberê bernameyên televîzyonê yên Komara Îslamî ya Îranê jî xebitî, di navbera salên 1979 û 1980an de nûnerê siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê bû.
Di şerê heşt salan ê Îran-Iraqê de, ew rêveberê giştî yê ajansa nûçeyan a IRNA û serokê navenda operasyonên şer û medyayê bû.